Hevserokê Navçeya Erûhê yê HDPê Huseyîn Sevîlgen got: "Ev îdamkirinên dermirovahî neçariya rejima Îranê dide nîşan."
Komeke ku teşkîlata HDP û DBPê ya navçeya Erûhê jî pêk tê ji bo 3 PJAKiyên ku li Îranê hatin îdamkirin, daxuyanî dan çapemeniyê.
Sevîlgen li ser navê komê daxuyanî xwend û got ku êrîşên Îranê roj bi roj li ser kurdan zêde dibin û nahêlin ku kurd bi rêya demokrasiyê jî têkoşînê bidin.
Sevîlgen destnîşan kir "Kes nikare bi awayekî demokratîk protestoyan jî bike, kê bike jî êşkence û zilmê dibîne û tê îdamkirin" û wiha dewam kir:
"Herî dawiyê Saman Naseemê 17 salî hat îdamkirin. Du bira jî pêşiyê rastî êşkenceyê hatin, paşê jî hatin îdamkirin. Ev jî dide nîşan ku Îran wê êrîşên xwe zêdetir bike. Ev îdamkirinên dermirovahî neçariya Îranê dide nîşan. Em ji ber vê faşîstî û dijminatiya ku Îran li kurdan dike, em Îranê şermezar dikin."
Kom piştî daxuyaniyê bê bûyer belav bû.