TBMM
Di Lijneya Giştî ya TBMMê de lihevrûniştinên teklîfa zagona ku navê navçeya Aydinlara Sêrtê biguhere bike Tillo û navê Zanîngeha Nevşehîrê biguhere bike Zanîngeha Hecî Bektaşê Welî ya Nevşehîrê hat nirxandin.
Di heyama rûniştinê de parlementerê Mûşê Sirri Sakik li ser navê Koma BDPê mafê axaftinê hilda û pirseke wiha pirsî "Dema ku parlementer wê bi şalpê bêne parlementoyê, çima yên di daraz û eskeriyê de sergirtî nebin?
Sakik wiha got: "Divê ku parlementerên heyama 24emîn bi şalpê neyên vir, yên ku di heyama 25emîn de bedel dane bila ew werin. Yên wêrek bila vê bikin."
Ger ku hûn samîmî bûna we yê ew navên ku piştî 1940an û 1980yan hatibûn guhertin hemû biguhertana. Wexta ku hûn rasteqîniya Tilloyê qebûl dikin, hûn mecbûr in perwerdeya bi zimanê dayikê jî qebûl bikin. Di vê zagonê de Dêrsim tuneye. Wellahî perwerde bi zimanê dayikê nebe aştiya hundirîn jî nabe. Ev doz û têkoşîna ku kurd 90 sal e didin ji bo ziman e. Zimanê me wê çima welatê we dabeş bike?