27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got ku "Birêz Bînalî Yildirim gelo li Xaburê kê dadgehên seyar ava kirin? Kê dadgehên Komara Tirkiyeyê bir ber piyê terorîstan?"
Kiliçdaroglu ji ser hesaba xwe ya twîtterê ya fermî nirxandin kirin.
Kemal Kiliçdaroglu ev gotin:
"Birêz Bînalî Yildirim gelo li Xaburê kê dadgehên seyar ava kirin? Kê dadgehên Komara Tirkiyeyê bir ber piyê terorîstan?" Kê li ser maseya li Îmraliyê rûnişt? Kê bi serokê rêxistina terorê re bazariya serokatiyê kir? Kê misteşarê MÎTê şand giravê? Li Osloyê kê bi rêxistina terorê re hevdîtin kir? Kê telîmat da ku li ser masê rûnên, hevdîtinê bikin? Heke ku tu ji Tirkiyeyê hez dikî pêşî bersiva van pirsan bide."