KONYA
Parlementera AK Partiyê ya Konyayê Gulay Samanciyê biryar da ku bi sergirtî biçe parlementoyê û der barê vê biryara xwe de got ku min wextê li hecê ew atmosfera manewî dît, li wir şopa pêxemberan dît, derfet dît ku li mala Hz. Muhemed nimêj bikim, mekanê ku Xwedê gotiye "Mala min" ziyaret kir, piştî van serîvekirin dê ji bo min gelekî zehmet bûya.
Samanci bi zarok û hevserê xwe re Muzeya Mewlana ziyaret kir û li vir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku heca xwe bi cî anî û bi hestên gelekî xweş ji axên pîroz vegeriyaye.
Samanciyê got ku Xwedê van hestan nesîbê her kesî bike û got ku cara ewil e ku ez diçim hecê û ev jî hesteke gelekî cuda ye. Samanciyê diyar kir ku piştî hecê servekirin ji bo min dê gelekî zehmet bûya. Piştî em vegeriyan Tirkiyeyê, em fikirîn ku hem di şertên parlementoyê de, hem di mewzuatê de hem jî di tuzuka navxweyî de tu astengî tuneye û me vîna xwe nîşan da. Me biryar da ku înşellah ji niha pê de em ê bi sergirtî xebatên xwe yên parlementoyê berdewam bikin.
Samanci bi bîr xist ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan got ku ez ê piştgirî bidim kesên ku dixwazin sergirtî bikevin parlementoyê û destnîşan kir ku piştgiriya serokwezîr a di vê mijarê de gelekî girîng e.
"Hemd ji Xweda re ku me ev roj jî dîtin"
Samanciyê got ku berê der barê sergirtinê de gelekî astengî hebûn, jinan ji ber vê yekê di gelek karan de derfeta xebatê nedidîtin û wiha dewam kir: "Keç û jinên me nikaribûn ku qaîdeyên baweriya xwe bi cî bînin. Berê li parlementoyê bûyera Merve Kavakçi qewîmîbû. Derfet nedabûn da ku heta sond jî bixwe. Lê niha gelekî guherîn çêbûn, di hêla demokratîkbûnê de ferqeke wisa heye ku nayê muqayesekirin. Piştî vê ferqê heke vîna me ne bi vî awayî bûya, dê tiştekî bêwate derketa holê. Şikir ji Xwedê re ku me ev roj jî dîtin. Em wisa hêvî dikin ku ji niha pê de ji bo bicîanîna baweriyan dê tu astengî dernekevin. "
"Her kes gelekî şa bû"
Samanciyê qal kir ku piştî vê biryarê rastî gelek bertekên erênî hatiye û got ku her kes pîroz dike û gelekî şa bûn. Samanciyê bal kişand ku em niha tiştekî derasayî nakin, tiştên normal dikin û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê demekê sergirtin bibû wek rewşeke derasayî lê niha em hewl didin ku vê rewşê normalîze biikin û şikir ji Xwedê re ku me wisa jî kir. Li welatekî ku ji sedî 99ê wî dibêje "ez misilman im" divê sergiritin nebe derasayî. Di tevger û gotinên me de tu guherîn çênabin em berê çawa bin dê dîsa wisa bin, tenê em ê qaîdeyên baweriya xwe bi cî bînin û wek emrê Xwedê serê xwe digirin."
"Hin tiştên ku heyamekê xeyal bûn, niha di jiyana me de ne"
Samanciyê ji bo piştgiriya mijara sergirtinê spasiya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan kir û got ku ji ber sekna wî em hin tiştên ku heyamekê ji bo me xeyal bûn dikin.