KIRIKKALE
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan di civîna Kongreya Bajêr a Asayî ya 5emîn ya AK Partiyê de axivî.
Akdogan behsa rêxistina paralel û têkoşîna li hember rêxistinê kir û wiha got: "Me li hember hemû çete û saziyan ên ku serî li îradeya dewletê û otoriteyê hildane tekoşîn da. Me li hember dewleta kûr, rêxistina paralel, saziya dewleteke alternatîf, Ergenekon, dewleta paralel, KCK hemû kes û saziyên ku serî li îradeya dewletê û otoriteyê hildane re negot erê û em ê nebêjin erê jî."
Akdogan got ku ev ne bi tenê meselaya AK Partiyê ye, ev meseleya gel û pêşeroja welat e û wiha axivî: "Heke ev rêxistin bi ser biketana ne bi tenê AK Partî têk neçûya. Tirkiyeyê bibûya rejima esaretê."
Akdogan behsa pergala kamuyê û ewlehiyê jî kir û wiha axivî: "Em ê tu caran ji pergala kamuyê û ewlehiyê tawîzê nedin. Cizîr, Silopî û ku der dibe bila bibe, polês û leşkerên dewletê wê li wir bin û wê welatiyan biparêzin. Bila tu kes ji rewşê sûdê wernegre. Dewlet xwedî hêzê ye ku can û malê welatiyên xwe biparêze."
Akdogan der barê bûyerên Cizîrê de jî wiha got: "Dema ku me got her tişt di rê de ye ji Qendîlê daxuyanî hat dayîn. Heke hinek di çalakiyan de rûyê xwe biniximîn, molotofan biavêjîn ew ne ji me ne, ew muxbîr in. Rojek pişt re li Cizîrê bûyer çêbûn. Hinekan rûyên xwe nixûmandin, çûn molotof avêtin, hewl dan ku malên gel bişewitînin. Ev bi eşkere guh nedana Qendîlê ye. Tê meneya 'ez guh nadim te'. Dema ku em nêzîkî encamê dibin provakator hewl didin û dixwazin pêvajo têk here."