Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan der heqê bûyera li Agiriyê de wiha got: "Provokasyon ne ew e ku hêzên ewlekariyê bikevin wir, ewlekarî û aramiya canê xelkê bînin cih û tevdîra sandoq û hilbijartinê bistînin. Provokasyon ew e ku terorîst li wir bin."
Akdogan di axaftina xwe ya li Civîna Meclisa Şêwrê ya Navçeya Çankayayê ya li Otêla Swissê de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tenê AK Partî siyaseta yekbûnê dimeşîne.
Akdogan balkişand ku AK Partî hem li Şirnexê, hem jî li Trabzon û Mûglayê heye û wiha got: "AK Partî sîgorteya yekîtî û hevrabûna Tirkiyeyê ye."
Akdogan diyar kir ku piştî êrîşa li Agiriyê muxalefetê gelek argûman derxist pêş û wiha domand:
"Dibêjin ku provokasyon e. Provokasyon ne ew e ku hêzên ewlekariyê bikevin wir, ewlekarî û aramiya canê xelkê bînin cih û tevdîra sandoq û hilbijartinê bistînin. Provokasyon ew e ku terorîst li wir bin. Tuyê li wir wisa tevbigerî û li ser gel zordestiyê bikî û bixwazî ku bi zorê rayê ji gel bistînî. Şûnde tuyê werî û li rojavayê jî dîmeneke din bidî nîşan. Gelo xelkê bi vî bawer be. Ev xapandinek e."
- "13 sal in derdê ku me nedî nema"
Akdogan balkişand ku divê di pêvajoya hilbijartinê de helwesteke hevpar bê nîşandan û wiha xeberda:
"Ez di pêvajoya hilbijartinê de bangî hemû partiyên siyasî dikim, werin em bi aramî, centilmenî û aqlêselîmiyê vê têkoşînê bimeşînin. Ev ne şerek e û em jî ne dujmin in. Ev rekabeteke siyasî ye û ya ku dikeve ser milên me hemûyan jî berjewendiyên giştî yên Tirkiyeyê ne. Ji bo xizmeta vê armancê em hene. Em di nava AK Partiyê de ji bo meqam û mewqiyê siyaset nakin, 13 sal in derdê ku me nedî nema. Me gavên ku wekî şoreşa bêdeng tên terîf kirin, avêt. Me reform pêk anîn, xizmet kir û veberhênan pêk anî. Me Tirkiye 3 qat mezintir kir. Ji bo çi? Ji bo rehetiya xelkê xwe."