Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew, êrîşa çekdar a li dijî Avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan a roja yekşemê bi awayekî tund şermezar dike û wiha got: "Ev êrîşên xayîn ên li dijî demokrasî, îstiqrar û pêvajoya aşitiya li welat dê tuwextî negihîjin mirazê xwe"
Serokomar Erdogan ji ber êrîşa ku 18ê nîsanê roja şemiyê li dijî avahiya Navenda Giştî ya HDPyê pêk hat peyamek weşand.
Erdogan di peyama xwe de wiha got: "Ez êrîşa çekdar a li dijî Avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan a roja yekşemê bi awayekî tund şermezar dikim. Ev êrîşên xayîn ên li dijî demokrasî, îstiqrar û pêvajoya aşitiya li welat dê tuwextî negihîjin mirazê xwe."
Herwisa Serokomar Erdogan balkişand ku di êrîşê de kesî jiyana xwe ji dest neda û ziyana maddî jî çênebû û ev jî ji bo milet teseliyek e.
Serokomar Erdogan di peyama xwe de ji ber êrîşa li dijî Avahiya Navenda Giştî ji mensûbên Partiya Demokratîk a Gelan re got, 'bira derbasî be'.