ANKARA
Di pêvajoya avakirina hikûmetê de hevdîtina ewil a di navbera heyetên AK Partî û CHPê de dest pê kir.
Hevdîtinê di saet 14.00yî de li Ankara Palas Dewlet Konukeviyê dest pê kir. Ji AK Partiyê wek nûner Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz û wek parlementer jî Taha Ozhan û Osman Can beşdar bûn.
Di heyeta CHPê de jî Alîkarên Serokê Giştî yê CHPê Haluk Koç, Selîn Sayek Boke, Faîk Oztrak wek parlementer Akîf Hamza Çebî û Serşêwirmendê Serokê Giştî Rasîm Bolucek cih girt.