Alîkarê Sekreterê Gişkî yê Serokomariyê û Berdevk Îbrahîm Kalin diyar kir ku HDPyê hetanî nika bêyî PKKyê bi serê xwe polîtîka nekir û wiha got: "Ji ber vê yekê HDPyê êrîşên PKKyê şermezar nekir û ji bo çekdanînê bang nekir. Ev bi tenê bû sedema bidawîbûna meşrûiyeta HDPyê. Pêvajoya Çareseriyê girêdayî çekdanîna PKKyê ye. Tu demokrasiyek dema ku êrîşên terorê dewam bikin hevdîtinên aştiyê qebûl nake."
Kalin di nivîsa xwe ya bi navê "Redkirina Terora PKK û DAEŞê" ya ku di rojnameya Daily Sabahê da hat weşandin da got, "Tirkiye bi têkoşîna ku li dijî PKK û DAEŞê dide va nikare bi serê xwe serkeftî be. Îhtiyaca Tirkiyeyê bi piştgiriya civaka navneteweyî jî heye."
Kalin destnîşan kir ku Tirkiye hem li dijî PKKyê hem jî li dijî DAEŞê têkoşînê dide û bi vê tekoşînê va nîqaşeke ku durûtiyê derdixe holê da destpêkirin û wiha pê da çû: "Bi destpêkirina operasyonên ku li Sûriyeyê li dijî DAEŞê, li Iraq û başûrê Tirkiyeyê li dijî PKKyê tê kirin va ji aliyekî va der heqê DAEŞê, ji aliyekî va jî der heqê PKKyê da nîqaş derketin. Tirkiyeyê ji bo têkoşîna li dijî DAEŞê Baregeha Hewayê ya Încîrlîkê ji hêzên koalisyonê ra vekir, ji bo vê biryarê piştgiriyeke mezin heye. Tirkiyeyê beriya vê biryara gelek êrîş birin ser hedefên DAEŞê yên li Sûriyeyê û şikbarên ji DAEŞê yên li welêt jî binçav dikir."
Kalin bi bîr xist ku Tirkiye di têkoşîna li dijî DAEŞê da parçeyekê hêzên koalisyona navneteweyî ye û wiha axivî: "Tirkiyeyê di cotmeha sala 2013an da DAEŞ hilda nav lîsteya rêxistinên terorê. Serokên siyasî û rayedarên kamûyê jî gelek caran daxuyaniyên ku çalakiyên hovane û îdeolojiya xirab a DAEŞê şermezar kirin dan."
Kalin nivîsa xwe wiha domand:
"Di van 7 mehên dawiyê da 500 kesên ku şika DAEŞê li ser wan hebû hatin binçavkirin. Ji van qasî 100 kesî hatin girtin. Xêncî van hezar û 600 kesên xerîb ji welêt hatin şandin û ji 15 hezar kesî ra jî hatina Tirkiyeyê hat qedexekirin. Di van 2 hefteyên dawîn da bi sedan kesên ku şika têkilîhebûna bi DAEŞê ra hatin binçavkirin. Ji ber vê yekê îdiayên ku dibêjin Tirkiye li dijî DAEŞê têkoşînê nade derew in. Xêncî vê hin alî di mezinbûn û xurtbûna DAEŞê ya li herêmê da Tirkiyeyê sûcdar dikin, lewra rêxistin li Levantê û ji wê wêda ji ber ku Iraqê ewlehiya herêmê pêk neanî û şerê li Sûriyeyê mezin bû. Heke li Iraqê siyaset û ewlekariyeke din hebûya û rejima Esedê bêmerhemet ji îqtidarê bihata dûrxistin, me yê îro li ser DAEŞê xeberneda."
Kalin bal kişand ku ji ber operasyonên ku Tirkiye dibe ser PKKyê bertekên cuda derketin holê û wiha axivî: "Hin siyasetmedar ji ber ku PKK li dijî DAEŞê şer dike dibêjin dibê êrîşan nebin ser baregeh û qampên PKKyê. Hin rojnamevan û nivîskar bi îdiayeke qirêj va dibêjin ku Tirkiye êrîşî 'kurdan' dike."
Îbrahîm Kalin destnîşan kir ku ev îdia derew in û wiha got: "Tirkiye li dijî PKK û komên girêdayî wê midafeyeke meşrû dide. Ev rewş di civîna NATOyê ya ku di 28ê tîrmehê da li ser banga ecele hat kirin da jî hat tesdîqkirin. NATOyê di daxuyaniya xwe da got 'Em êrîşên terorê yên li ser Tirkiyeyê şermezar dikin... Terorîzm ji bo îstiqrar û refaha navneteweyî tehdît e... Tu kes nikare bi tu awayî terorîzmê wek baş û mafdar nîşan bide'."
Kalin diyar kir ku ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu li ser têlefonê bi serokên DYA, Rûsya, Fransa, Îngiltere, Almanya, Erebistana Siûdî, Iraq, Qatar û Urdunê ra axivîn û ji bo têkoşîna midefaya meşrû ya Tirkiyeyê piştgiriya navneteweyî hildan, ji ber ku li dijî DAEŞê an jî li Sûriyeyê şerkirina PKKyê rêxistinê dernaxe paqijiyê û çalakiyên wê meşrû nake.
Berdevk Kalin got ku îdiaya ku dibêjin Tirkiyeyê kurd xistine hedefa xwe bi tevahî derew e, vê îdiayê jî çapemeniya girêdayî PKKyê wek kampanyaya bi kar tîne. Kalin wiha got: "Tiştê ku herî zêde aciziyê dide jî ew e ku medyaya sereke ji bo ku meşrûiyeta şerê ku Tirkiye li dijî PKKyê dide berhewa bike li van propangandaya xweyî derdikeve."
Îbrahîm Kalin destnîşan kir ku Tirkiyeyê kurd nexistine hedefa xwe, lê operasyona dibe ser kampên perwerdeyê yên PKKyê û cebilxaneyên wan û wiha pê da çû:
"Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî diyar kir ku berpirsiyarê êrîşên Tirkiyeyê PKK ye. Wek mayîn Barzanî ji PKKyê xwes ku bira êrîşên xwe dawî bike û ji bakurê Iraqê vekişe. Dema ku meriv propagandayên PKKyê li aliyekî bihêle dibîne ku di van 10 salên dawiyê da ji bo gelê kurd peleke teze hatiye vekirin û gelek reform hatine kirin û bi milyar dolaran veberhênan hatiye kirin, kurd bûne welatiyên wekhev û azad. Wek mayîn Tirkiye bi kurdên li Iraqê ra têkiliyên xwe yên polîtîk, aborî û çandî pêş xist. Xêncî vê jî çaxa ku li welatên rojavayê tu kesî qala pirsgirêkên di navbera kurdên Sûriyeyê û Beşar Esed da nedikir Serokomar Erdogan qalê dikir."