Serokê Giştî yê BDPê Selahattin Demirtaş pêvajoya çareseriyê û besteka demokratîkbûnê nirxand û wiha got: "Partiya me barekî giran girtiye ser milên xwe û ji bo ku pêvajo bidome em ya ji destê me tê dikin. Jixwe mîsyona me ya dîrokî me mecbûr dike ku em pêşiya pêvajoyê vekin."
Demirtaş li Diyarbakirê di avahiya serokbajariyê ya BDPê de bersiv da pirsên rojnamevanan û diyar kir ku ji bo pêvajoyê ya ji destê wan tê dikin. Demirtaş der heqê pakêta demokratîkbûnê de jî got ku naveroka wê em jî, Ocalan jî nizane û wiha dewam kir: "Em hemî jî dizanin ku pakêteke bêmînak û berfireh nîne. Jixwe ev 30 sal in Tirkiye der heqê van mijaran de diaxive. Lê ez bi zimanekî zelal dibêjim ku rê û rêbaza çêkirina pakêtê xelet e. Ez bawer nakim ku ev pakêt bi kêrî tiştekî bê. Lewra serî li fikr û ramanên tu kesê nedan û pakêt, bû pakêta AK Partiyê."
Demirtaş ji bo pêvajoya çareseriyê jî got Ocalan hewl dide ked û qîreta heta niha hat nîşandan heba nebe û wiha pê de çû: "Em hêj negihiştine aştiyeke mayînde lê divê êdî gav bi feraseta muzakereyeke siyasî bên avêtin. Bi sohbet kirinê pirsgirêk çareser nabin."
-Mînaka Dirogba
Demirtaş da zanîn ku dema bi Ocalan re hevdîtin dikirin, minaka Drogba jî hat rojevê û wiha dewam kir: "Heke em siyaseta Tirkiyê bişibînin pêşbirkekê, wê demê em ê bibînin ku tîm çiqas biweste û baş bilîze heta ku golek neyê avêtin, bi kêrî tiştekî nayê. Ev mînak jî ji bo hat dayîn. Yanî divê gavên berbiçav û pratîk bên avêtin. Bez û westiyan bi kêrî tiştekî nayê."