DIYARBEKIR
Rêxistina terorê PKKê di sala 1994an de li Çinara navçeya Diyarbekirê 9 û di sala 1995an de jî li Pasûra navçeyên Diyarbekirê yek jê dergûş, 7 jê zarok bi tevahî 21 kes kuştibû û ew qetlîamên wan hê jî nayên jibîrkirin.
Li navçeya Çinarê 21 sal berê mayina ku ji hêla endamên PKKê li keviya rê hatibû bi cih kirin di dema derbasbûna mînîbusa ku gundî yên diçûn dan û standina eydiyê tê de bûn teqiya û 9 kes mirin. Endamên PKKê 20 sal berê jî girtibûn ser Şêxemzaya gundê Pasûrê û di wê bûyerê de yek jê dergûş, 7 jê zarok bi tevahî 21 kes hatibûn kuştin.
Bûyer di 10ê Adara 1994an de li Taxa Yillarcayê Şeva Leyletul Qedrê qewimî û di her Şeva Qedrê de bûyer tê ber çavên xizmên miriyan.
Ji şêniyên gund Kazim Akman got: "Di mînîbusê de cih nema û ez lê siwar nebûm. Mînîbus derkete rê û piştî demeke kurt mayin teqiya û wesaît parçewesle bû.
Hakan Yalçin jî diyar kir ji ber ku ew muhafazakar in û piştgirî nedan PKKê êrîş li ser wan hat kirin.
Bûyera Şêxemza
Endamên rêxistina terorê PKKê di 1ê Rêbendana 1995an de jî derdora gundê Şêxemza girtin bi bombe û çekên lûledirêj ve êrîşî gund kirin. Di êrîşê de yek jê dergûşa 6 mehî, 7 jê zarok bi tevahî 21 kes hatin kuştin.
Şêniyên gund dibêjin ji ber ku gundparêziyê qebûl kirin PKKê êrîşî wan kir.
Îsmet Arslanê ku di êrîşê de 3 zarokên wî hatin kuştin diyar kir ku ne gotin ev jin e, ne gotin ev zarok û dergûş e, kî hat pêşiya wan kuştin û wiha pê de çû: "Ji mala min 7 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn."
Rustem Barut ê ku di êrîşê de bavê wî, birayê wî û bûka wî hatin kuştin jî got: "Beriya ku em bibin gundparêz dihatin û dixwestin ku em zarokên xwe bi wan re bişînin serê çiya. Ji yekî ku 4 zarokên wî hebûn ra digotin ji wan 2 heban bide me. Ji me re gotin yan hûnê zarokên xwe bidin yan jî gund biterikînin. Em jî ji gundê xwe derneketin û bûn gundparêz. Piştî 3 rojan girtin ser gund û 21 kes kuştin."