TBMM
Parlementerê BDPê yê Bitlîsê û endamê Komîsyona Nirxandina Pêvajoya Çareseriyê ya TBMMê Husamettîn Zenderlîoglu parast ku di rapora ku komîsyonê de navê pirsgirêkê tune, nêrina fermî hatiye diyarkirin û pêvajo bi awayekî yek alî hatiye nirxandin.
Zenderlîoglu pirsên nûçegihanê AAyê yên der barê rapora Komîsyona Nirxandina Pêvajoya Çareseriyê ya TBMMê ya ku îro pêşkêşî Serokatiya TBMMê kirin, bersivand. Zenderlîoglu diyar kir ji ber ku îro di ziyareta girtîgehê de bû, hema di ser de li raporê nêrî.
Zenderlîoglu diyar kir ku di raporê de navê pirsgirêkê tune û pirsa 'heke hûn navê wê daneynin hûn ê çawa çareser bikin?' kir.
Zenderlîoglu diyar kir ku dê raporê di nav çend rojan de binirxînin û pişt re dê analîzên xwe parve bikin û got ku nêrînên me di raporê de cî nagirin.
Zenderlîoglu rapor wekî raporeke "yek alî" nirxand û got ku di raporê de der barê AK Partiyê rexne tune. Zenderlîoglu got "her wekî di îqtidara 11 salan ya AK Partiyê de tu kêmasî çênebibin, qala tu kêmasiyan nehatiye kirin. Lê di maweya îqtidara AK Partiyê de jî gelekî kêmasî çêbûn."
Zenderlîoglu diyar kir ku şêwaza raporê milîtarîst e û got ku "nêrina fermî hatiye diyarkirin, ev yek hîç xweş nîne. Heke ev pirsgirêk bê çareserkirin dê bi muxataban re bê çareserkirin. Qala muxatab nayê kirin. Lê pêvajoyê piştî daxuyaniya Ocalan ya di 21ê Adarê de dest pê kir. Pêvajo bi awayekî yekalî hatiye nirxandin. Zenderlîoglu wiha axivî:
"Heke em bixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, bixwazin ku ev xwîn neyê rijandin û rondik nebarin, em ê li ser çareseriyê biaxivin. Nasname, ziman, çand yek ji van jî tune. Digotin ku dê ji niha pê de înkarkirin tunebe. Heke hûn niha navê wê daneynin hûn ê çawa çareser bikin. Divê encama pêvajoyê bibe aştî. Em Tirkiyeyeke mezin dixwazin. Divê Tirkiye aştiya xwe bi dest bixe. Aştiya Rojhilata Navîn jî girêdayî vê yekê ye. Bandora polîtikaya Tirkiyeyê girêdayî çareserkirina vê pirsgirêkê ye. Em ê vana neaxivin gelo? Em ê destûreke nû, komareke demokratîk çawa bi dest bixin?"
Zenderlîoglu diyar kir ji bo ku pirsgirêkên raporê de temam bikin dê pêşniyazên xwe pêşkêş bikin û got ku "lêferzkirin çênabe."
Rapor her aliyên civakê eleqedar dike
Endama Komîsyona Lêkolînên Rêyên Çareseriyê ya TBMMê Parlementera AK Partiyê ya Adanayê Fatoş Gurkanê diyar kir ku pêvajoya çareseriyê tenê aliyekî civakê eleqedar nake, hemû aliyên civakê eleqeder dike. Gurkanê got ku bicihanîna daxwazên aliyekî tenê, dibe ku zirarê bide pêvajoyê. Divê daxwazên hemû aliyên civakê bên nirxandin.
Gurkanê got "li welat her kes dixwaze ku encama pêvajoyê bibe aştî, em bi malbatên leşkeran re, bi xizmên mexduran re, bi girtiyên PKKyî û KCKyî re axivîn û hê jî dixwazin ku dawiya pêvajoyê bi erênî, bibe. Gurkanê diyar kir ku girtiyên di girtîgehan de dixwazin ku şert û mercên wan bên başkirin. Me di raporê de cî da van daxwazan jî. Di raporê de tiştekî der barê Ocalan de tune."
Şahînê AK Partiyî
Endamê Komîsyonê Parlementerê AK Partiyê yê Çankiriyê Îdrîs Şahîn jî got ku di komîsyonê de akademîsyen, saziyên civaka sivil yên ji bo mafên mirovan têdikoşin, rojnamevan, nivîskar jî di nav de bi tevahî hemûyan guh da nêrînên der barê pêvajoyê de ya 43 kesan. Şahîn got ku di raporê de li ser pêngavên demokratîkbûnê yên ku di salên 2012 û 2013an de hatin avêtin, sekinîn. Di raporê de mijarên wek zimanê dayikê, birêvebiriya herêmî ya xweser, gundparêzî, herêmên leşkerî yên qedexe, herêmên ewlehiyê, navê hin herêman, avakirina qereqolan jî cî digirin. Şahîn got ku ji saziyên kamuyê agahî hatin bidestxistin û ji bo pêvajoya çareseriyê di mijarên pevçûn û şidetê de li ser mînakên navneteweyî jî sekinîn.