Serokwezîrê Herêma Kurdistana iraqa Federal (HKIF) Nêçîrvan Barzanî dê sibê Tirkiyeyê ziyaret bike.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Barzanî dê bi heyetek re bê Tirkiyeyê û bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.
Hat diyarkirin ku Weîzrê Çavkaniyên sirûştî Aştî Hewramî jî dê digel Barzanî bê Ankarayê û dibe ku di mijara anîna petrola herêmê ya ji bo Tirkiyeyê dê hin peyman bên îmzekirin.