25 Îlon 2017•Rojanekirin: 26 Îlon 2017
ANKARA
Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê ji bo referanduma serxwebûnê ya îro li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) tê birêvebirin da daxuyanî weşand û ragihand ku encam ji bo wan bê hukm e.
Daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di heyama li pey rerefandumê da ew tiştên dibe ku dorhêlê îstismar bikin, hin unsûrên radîkal û rêxistinên terorê yên bixwazin bi çalakiyan qestî ewlehiya me ya neteweyî bikin, li seranserê Iraqê heke dijî ewlehiya me tiştek biqewime emê jî li hemberî wan li gor hiqûqa navneteweyî û rayeya Meclisê daye me hemû tewdîrên hewce dikin hildin, em vê yekê careke din dupat dikin."
Wezaretê daxuyaniya xwe da bal kişand ser encamên referandumê û destnîşan kir ku encam li gor wan bê hukm e û daxuyanî wiha dewam kir: "Em vê hewla ku him di hêla meşrûiyê da, him di hêla Destûra Bingehîn ya Iraqê da û him jî di hêla hiqûqa navneteweyî da ku ji hemû bingehên hiqûqî bê par e, em nas nakin.
Daxuyaniyê da hat gotin ku HKIyê digel hemû hişyariyan referandum betal nekir, bi vê tevgerê ne bi tenê Iraq rewşa hemû herêmê xist nav talukeyê û ji ber vê yekê jî bi esef lê dinihêrin.
Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê daxuyaniya xwe da ji hemû welatan û bi taybetî jî ji welatên li herêmê ne û dijî referandumê helwesta xwe nîşan dan xwest ku bila heman helwestê ji niha bi şûn va jî bidomînin û encamên wê hewla nemeşrû nas nekin.