İbrahim Atmaca
01 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2019
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan li Erîvanê civiyan.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokomariya Îranê hat dayîn, li ser deweta Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan Ruhanî çû Erîvanê ku beşdarî Zîrweya Pêşengan a Civata Aborî ya Avrasyayê (AET) bibe. Ruhanî û Sarkisyan li Erîvanê civiyan û ser têkiliyên dualî û mijarên herêmî sekinîn.
Ruhanî diyar kir, bingeha siyaseta dereke ya Îranê ew ku bi Ermenistan û welatên din ên cînar ra têkiliya xwe xurt bibe. Di navbera herdu welatan da potansiyel heye ku di qadên vejen, barkêşî, turîzm û sanayiyê da tevkariyê bikin.
Ruhanî diyar kir, beşdarbûna Îranê ya AETyê wê li herêmê têkiliyên aboriyê xurt bike.
Sarkisyan jî got ku ji bo wan girîngiyeke taybet e ku bi Îranê ra têkilî xurt bibin, ew dixwazin di mijarên sanayî, vejen û hawirdorê da tevkariyê zêde bikin.