Nihat Kavşut
01 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2019
Ji ser kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî yê Washîngton Postê ra salek derbas bû ku 2yê Cotmeha 2018an wexta ji bona kar û barên zewacê hat Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hatibû kuştin.
Kuştina Kaşikçi ku li Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî bi awayekî hovane hat kuştin hê jî li Tirkiye û dinyayê di rojevê da ye.
Her çiqas di nav 12 mehan da derketibû holê ku Kaşikçi çi çaxê, li ku derê û çawa hatiye kuştin jî der barê ciyê cinazeyê wî da tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Piştî kuştina Kaşikçi bi hewldanên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ku delîl hatin derxistin û li civaka navneteweyî bi rêya dîplomasiya hat meşandin rêvebiriya Erebistana Siûdî kuştina Kaşikçi ku înkar dikir li raya navneteweyî ji mecbûrî îtiraf kir.
Erebistana Siûdî daxwaza ku kesên tevlî bûyerê bûne li Tirkiyeyê bên darizandin qebûl nekir û ji ber bûyera kuştina Kaşikçi 5 jê îdam der barê 11 kesan da doz hat vekirin.
Agnes Callamarda Raportora Taybet ya Înfazên Kêfî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora der barê kuştina Kaşikçi da wiha gotibû: "Ji kuştina Kaşikçi li gor hiqûqa navneteweyî Erebistana Siûdî mesûl e û înfazeke qestî û organîze ye."
Di raporê da hatibû destnîşankirin ji ber ku Erebistana Siûdî îmtiyazên diplomatîk sûîstimal kiriye divê ji hikûmeta Tirkiyeyê lêborînê bixwaze û li meydanê mesûliyeta dewletê heye.
Di raporê da hatibû diyarkirin şert û mercên kuştina Kaşikçi li gor "Peymana Dijî Êşkenceyê" ku Erebistana Siûdî îmze kiriye êşkence ye û ji ber ku cinaze hê nehatiye dîtin nîşan dide ku sûcê bizorêserwindakirin hatiye kirin.
Di raporê da hatibû destnîşankirin divê Amerîka der barê kuştina Kaşikçi da lêpirsîna FBIyê bide destpêkirin û delîlên xurt hene ku tevî Prensê Welîehd ji bona rayedarên payebilind yên Erebistana Siûdî jêpirsînê bidin bikirin.