09 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî Herbert R. McMaster destnîşan kir ku rêkeftina agirbesta li rojavayê başûrê Sûriyeyê ya di navbera DYA û Rûsyayê da îro wê li gorî dema herêmê di saet 12.00an da bikeve rewacê.
McMaster herwiha ragihand ku deverên hêmin ên navborî bona DYAyê pir girîng in û herwiha pêşketina ku bi vê rêkeftinê va hat bidestxistin, hêviyê dide mirov.
McMaster di daxuyaniya xwe da rêkeftina agirbesta li Sûriyeyê ya di navbera DYA û Rûsyayê da nirxand.
McMaster bal kişand ku ev rêkeftin di navbera DYA, Urdin û Rûsyayê da ye û wiha dewam kir: "Serok Donald Trump piştî ku ligel Rûsya û Urdinê ev peyman îmze kir, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîra Îngiltereyê Theresa May û Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel tevda li Zîrweya G-20ê bi gelek serokan ra li ser rêkeftinê xeberda, DYA ji bo ku DEAŞ têk biçe, qeyrana li Sûriyeyê bi dawî bibe û însan vegerin malên xwe, çi ji dêst tê dike. Ev peyman, ji bo van hedefên hevpar gaveke girîng e."
Ev peymana navborî piştî hevdîtina dualî ya Serokê DYAyê Trump û Serokê Dewleta Ûris Vladîmîr Pûtîn ya li Zîrweya G-20ê hat ragihandin.