Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç der heqê wê di Belgeya Siyasetê ya Ewlehiya Milî de guhertin çêbibe an na de got: "Vê gavê pêdiviyeke wiha tuneye. Lewra em hê li ser vê yekê nesekinîne."
Arinç piştî civîna Lijneya Wezîran civîna çapemeniyê li dar xist, daxuyanî da û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Arinç li ser pirsa rojnamegerekî ya "Cemîl Bayik gotiye ku bila Amerîka ji bo pêvajoya çareseriyê bibe welatê çavdêr û çavdêriya pêvajoyê bike. Hûn ê li ser vê yekê çi bibêjin?" wiha got: "Ez ji we bipirsim ka Cemîl Bayik kî ye' nabe. Dema ku ez lê dinihêrim 'rêvebirê rêxistina terorê Cemîl Bayik' gotineke wiha gotiye. Hûn dixwazin ku ez bi sifetê xwe yê alîkarê serokwezîr ve bersîva mirovekî ku rêvebirê rêxistina terorê ye bidim. Ev ne pêkan e."
Arinç wiha axivî: "Mirovekî ku wek rêvebirê rêxistina terorê tê naskirin çi dibêje bila bibêje, mixatabê min nîne. Di vê mijarê de heke ez mecbûr bimînim û biaxivim, ev axaftin jî ji bo Komara Tirkiyeyê nebaş dibe."
Arinç li ser pirsa rojnamegerekî din ya "Heftêya borî piştî civîna Lijneya Ewlekariya Milî danezan hat dayîn û di danezanê de cara ewil gotina rêxistinên paralel hat gotin. Dibêjin ku ji bo Pirtûka Sor biryara tawsiyeyê dane hikûmetê jî. Ev mijar îro hat rojevê? Her wiha wê gavên çawa der heqê Pirtûka Sor de bên avêtin?" wiha got: "Ji ber ku mijarên rojevê zêde bûn civîna Lijneya Ewlehiya Milî dirêj bû."
Rojnamegerekî got ku di ajanseke nûçeyan ya herêma Kurdistanê de nûçeyekê cih girt û got ku "koma duyem a pêşmergeyan li ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanê bûn" û di heman nûçeyê de tê gotin ku "Wezîrê Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglu jî li herêma Kurdistanê ye". Gelo der heqê vê de tu geşedanek heye an na? Arinç wiha got: "Çûyîna qefleyeke duyemîn teqez rast nîne. Di vê mijarê de teleb jî tuneye, amadehî jî tuneye. Tu tiştek ji Tirkiyeyê re jî nehatiye gotin. Heke ku Misteşarê Wezareta Karên Derve li wê derê be, ez texmîn dikim ku ji bo hin geşedanan dibe ku çûbe wir. Ez nizanim ku li ser mijareke wiha hevdîtin kiriye an jî daxwazeke wiha jê hatibe xwestin."
Li ser pirsa rojnamegerekî ya "Parlementerê Stenbolê yê HDPê Sirri Sureyya Onder daxuyanî da û got ku 'Mifta aştiyê Kobanê ye'. Hûn li ser vê çi difikirin?" jî Arinç wiha got: "Hin parlementerê HDPê civîna çapemeniyê li dar xist û bi taybetî Onder, Serokwezîr Ahmet davutoglu û ew bi awayekî eşkere rexne kirin."