Serokê Daîreya Têkiliyên Derve yê Herêma Kurdistana Iraqê Falah Mistefa Baqir ji rayedarên Tirkiyeyê re sipas kir ku hiştine pêşmerge derbasî Kobanêyê bibin û wiha got: "Bi destûr û daxwaza Tirkiyeyê pêşmerge derbasî Kobanêyê bûn."
Baqir li Washîngtona DYAyê pirsên nûçegihanê AAyê bersivand. Baqir got ku têkoşîna li dijî DÎŞIyê piralî dewam dike û wiha dewam kir: "Ez sipasiya rayedarên Tirkiyeyê dikim ku hiştin pêşmerge derbasî Kobanêyê bibin. Bi destûr û daxwaza Tirkiyeyê pêşmerge derbasî Kobanêyê bûn. Ev jî nîşan dide ku em di têkoşîna dijî DÎŞIyê de em bi hev re ne û berjewendiyên me yên hevbeş hene."
Baqir got ku DÎŞI li herêmê ji bo her kesî talûke ye û divê em bi hev re tevbigerin û wiha dewam kir: "Heger hewcedarî çêbe em ê cardin pêşmergeyan bişînin. Ciyê şanaziyê ye ku pêşmerge çûn û em serbilind in."
Baqir diyar kir ku di têkoşîna dijî DÎŞIyê de pêwistiya pêşmergeyan bi çekên giran heye û wiha peyivî: "Em ji alîkariya ku heta niha hatiye kirin kêfxweş in, em jî perçeyekî koalîsyona navneteweyî ne ku li dijî teroran şêr dikin. Piraniya ciyên ku ketibûn destê DÎŞIyê bi xîret û hewldana pêşmergeyan dîsa ji destên DÎŞIyê tên derixistin."
Baqir di berdewamiyê de got ku ji bo çekên giran pêwendiyên me didomin û em bi rêvebiriya Bexdayê re bi kordîne dixebitin.