22 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan der barê êrîşa terorê ya li Diyarbekirê da wiha got: "Ev nîşan dide û eşkere dike ku rêxistina terorê çiqas di nav hewldanên bêexlaq û bêbext da ye."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî nimêja înê daxuyanî da rojnamevanan.
Erdogan der barê êrîşa li Diyarbekirê ya li dijî dibistanekê da wiha got: "Ev bûyereke xemgîn e. Ev nîşan dide û eşkere dike ku rêxistina terorê çiqas di nav hewldanên bêexlaq û bêbext da ye. Ya rast ev bersiveke balkêş a li dijî hezar 128 îmzeyî ye. Nîşan dide ku ev akademisyen li cem kê ne."
Serokomar Erdogan xeberdana xwe wiha berdewam kir: "Heta îro dibistanên me şewitandin û xera kirin. Mizgeftên me şewitandin, xera kirin û bombe kirin. Li nexweşxane û ambulansên me wiha kirin. Xwedêkirî kes nemir. Min agahî hilda ku rewşa wan baş e."
Erdogan li ser îdiayên ku leşkerên Rûsyayê li Qamişloyê bi cî bûne da wiha got: "Hesasiyeta me ya li herêmê dewam dike. Em tim ji hêzên koalîsyonê ra dibêjin ku di navbera PKK, PYD, YPG û DAEŞê da ferq tuneye. Wê helwesta me ya li dijî vê eynî ne. Em ê sibê bi Bîden ra jî bi eşkereyî li ser vê xeber bidin."
Serokomar Erdogan der heqê daxwaza Leyla Zanayê ya ji bo hevdîtinê da jî wiha got:"Daxwazeke wiha çêbû. Min do li ser sifreya Beştepeyê vê mijarê bi hevalên xwe ra parve kir. Min ji hevalên xwe ra jî got ku em vê mijarê binirxînin. Piştî vê nirxandinê, yanê qenaeta min qebûlkirin e. Dibe ku em qebûl bikin û xeber bidin."