25 Îlon 2015•Rojanekirin: 25 Îlon 2015
BÎLECIK
Wekîlê Serokwezîr Yalçin Akdogan der barê êrîşa terorê ya ku li Beytuşebaba navçeya Şirnexê hat kirin da wiha got: "Rêxistina terorê ya bêbext û kujer, nirxan binpê dike û di eydê da jî êrîşên xwe berdewam dike. Divê rûyê terorê yê bêbext û kujer baş were dîtin û zanîn. Rêxistina terorê li dijî gel, ewladên gel û miqedes û nirxên gel şer dike. Îsbata vê jî êrîşa di vê eydê da ye."
Akdogan li Derekoya Pazaryeriya navçeya Bîlecikê diya xwe Fatma û bavê xwe Reşît Akdogan ziyaret kir û bi xizmên xwe ra hat bal hev.
Akdogan li vir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku Eyda Qurbanê ji bo miletê tirk û alema Îslamê bi xêr û bereket be.
- "Qederê 34 terorîst hatin kuştin"
Wekîlê Serokwezîr Yalçin Akdogan der barê êrîşa terorê ya ku li Beytuşebaba navçeya Şirnexê hat kirin da wiha got: "Îşev li Beytuşebabê bi şev û ber destê sibehê 2 êrîşên terorê hatin kirin û 2 leşkerên me cangorî bûn. Xwedê rehma xwe li wan bike. Di êrîşê da 9 mensûbên ewlehiyê jî birîndar bûn û Xwedê şifayê bide. Rêxistina terorê ya bêbext û kujer, nirxan binpê dike û di eydê da jî êrîşên xwe berdewam dike. Divê rûyê terorê yê bêbext û kujer baş were dîtin û zanîn. Rêxistina terorê li dijî gel, ewladên gel û miqedes û nirxên gel şer dike. Îsbata vê jî êrîşa di vê eydê da ye. Helbet hêzên ewlehiyê demildest bersiv didin û di operasyonan da qederê 34 terorîst hatin kuştin."
Akdogan destnîşan kir ku wê operasyon dewam bikin û wiha xeberda: "Ji bo parastina gel û hiqûqê pergala kamuyê tê parastin û berdewamkirin. Ez cardin dixwazim bibêjim ku em di têkoşîna li dijî terorê da bi biryar in."