25 Îlon 2015•Rojanekirin: 25 Îlon 2015
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Şêx Temîm bîn Hemad el-Saniyê Mîrê Qetarê ra di taştê da hat ba hev.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin sitandin, Erdogan û Şêx Temîm qasî saet nîvekî li Qesra Tarabyayê axivîn û di axaftinê da li ser mijarên navneteweyî û herêmî sekinîn.
Herdu serok jî gotin ku ji bo li dijî îxlalên li ser Mescîda Eqsayê yên Îsraîlê tevgereke hevpar bê nîşandan dibê xebatên navneteweyî bên kirin.
Bal kişandin ku ji bo parastina mafên filistîniyan û pêkanîna alîkariya ku hewce dike xebat û hewla hevpar lazim e, tecawizên li Qudsê yên Îsraîlê, dorpêçkirina Xezeyê û berfirehkirina wargehên cihûyan mirovan dixin fikaran. Di van mijaran da bi têkoşîna hiqûqî, bingeha meşrûiyetê, alîkariya navneteweyî û rexneyên li ser Îsraîlê ji bo çareserkirinê girîng in.
Erdogan û Şêx Temîm bi taybetî li ser bûyerên li Yêmen û Sûriyeyê û yên li herêmê axivîn û biryardariya mijarên pêşxistina têkiliyên di navbera herdu welatan da li hev kirin.