05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 06 Nîsan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bozdag: "Çawa li Efrînê YPG/PYDya rêxistina terorê hat paqijkirin niha jî wê ji Til Rifetê bê paqijkirin. Li wir jî em ber bi dawiyê va diçin."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag di televizyona Haberturkê da axivî.
Bozdag destnîşan kir ku rêxistina terorê wê ji Til Rifetê jî bê paqijkirin û wiha got: "Çawa li Efrînê YPG/PYDya rêxistina terorê hat paqijkirin niha jî wê ji Til Rifatê bên paqijkirin. Li wir jî em ber bi dawiyê va diçin."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag der heqê danezana zîrweya sêalî da wiha got: "Em yekîtî û axa Sûriyeyê nadin perçekirin. Em destûrê nadin ku li Sûriyeyê li ser esasê mezheban guherîn bê kirin. Ev gelek girîng e û di heman demê da herdu dewlet jî tezên ku Tirkiye heta niha diparêze qebûl dikin."
Berdevkê Hikûmetê Bozdag diyar kir ku hêz û qudreta Tirkiyeyê heye li herêmên din jî derkeve operasyonê û wiha peyivî: "Em dixwazin Sîncar û herêmên din ji rêxistinên terorê û terorîstan bên paqijkirin. Heger bên paqijkirin ji bona mesele tuneye, lê dema neyê kirin hêz û qudreta Tirkiyeyê heye ku paqij bike."
Alîkarê Serokwezîr Bozdag der barê rexneyên Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê da wiha xeberda: "Min hêvî dikir ku dema Operasyona Çiqlê Zeytûnê dewam dikir Kiliçdaroglu jî kamuflaj li xwe bikira û piştgiriyê bida Mehmetçikan."
Alîkarê Serokwezîr Bozdag der barê rewşa derasayî da wiha peyivî: "Pêwistiya dirêjkirina rewşa derasayî li holê ye. Heger Meclis qebûl bike rewşa derasayî wê cardin bê dirêjkirin."
Bozdag bal kişand ser operasyonên ku MÎTê dijî FETOyê kirin û wiha dewam kir: "MÎTê bi operasyonên li derveyî welêt tên meşandin derbeyeke mezin li FETOyê xist. Meseleya li Kosovayê serkeftineke mezin e."
Bekir Bozdag diyar kir ku MÎTê heta niha ji 18 welatî 80 endamên FETOyê anîne Tirkiyê.
Alîkarê Serokwezîr Bozdag destnîşan kir ku hilbijartina pêşwext tuneye û wiha got: "Bila her kes hesabê xwe li gor hilbijartinên di adar û mijdara 2019an da bike."