Nihat Kavşut
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 06 Nîsan 2018
ANKARA
Wezîrê YEyê Çelik: "Tevî Fransayê dewletên koalîsyonê û mutefîq heger xwe bidine ber vî barî em dikarin bi ser bikevin. Lê em naxwazin unîformayeke eskerî ya mutefîqan bibînin ku YPGyiyan perwerde dikin."
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Sermuzakerevan Omer Çelik li Parîsê piştî hevdîtinên bi Jean-Yves Le Drianê Wezîrê Karên Derva yê Fransayê û Nathalie Loiseauya Wezîra YEyê ya Fransayê ra daxuyaniya çapemeniyê da.
Wezîrê YEyê Çelik destnîşan kir ku naxwazin eskerên mutefîq YPGyê perwerde bikin û wiha dewam kir: "Tevî Fransayê dewletên koalîsyonê û mutefîq heger xwe bidine ber vî barî em dikarin bi ser bikevin. Lê em naxwazin unîformayeke eskerî ya mutefîqan bibînin ku YPGyiyan perwerde dikin."
Çelik di xeberdana xwe da qesta eskerên Fransayê kir û der barê mijarê da wiha got: "Heger PYD/YPGyê perwerde bikin em vê wekî alîkariya ji bona rêxistina terorê fehm bikin."