Nûnerên odeyên karbeş û rêxistinên civaka sivîl ên li Bitlîsê dixwazin ku bûyerên terorê yên ku li ser tevahiya jiyanê bandoreke neyênî dikin, bi dawî bin.
Rîspî Eşref Mutlu yê ji Bitlîsê ye dizwaze ku Pêvajoya Çareseriyê bidome daxuyanî da peyamnerê AAyê û got ku di nava 3 salên dawîn de wan wekî tevahiya welat hemû bedewiyên aşitiyê dîtin.
Mutlu destnîşan kir ku hemû xelkê herêmê ji pevçûnan aciz û nearam e û wiha dewam kir:
"Xerakirina aşitiyê ne bi kêrî me û ne jî bi kêrî gelê herêmê tê. Çend roj berê birêz Serokwezîrê me Ahmet Davutoglu bi rîspî û serokê saziyên sivîl ên civakî (SSC) re civîneke 7 saetan a nirxandinê kir. Me bixwe ji devê Serokwezîr bihîst ku ka ev pêvajo çiqas girîng e. Ez gelek kêfxweş bûm ku Serokwezîr girîngiyê dide vê mijarê û herwisa ez pê kêfxweş bûm ku xanimefendî jî beşdarî civînê bû. Ji ber ku dayîkek e, ez wisa bawer im ku xanimefendiyê bêtir di ser Pêvajoya Çareseriyê de hûr bibe."
Mutlu diyar kir ji bo ku ev pevçûn bidawî bibin divê herkes hewl bide û wiha xeberda, "Bivê nevê Pêvajoya Çareseriyê pêwîst e. Di nava 3 salan de me dît ku ev erdnîgarî pir rengîn e. Em naxwazin ku dest ji vê erdnîgariya rengîn bikişînin."
- "Heger bûyer bidomin aboriya mewcûd dê bikeve sifirê"
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Bitlîsê Davut Tezcan jî bal kişand ku heya du meh berê jî pirsgirêka sereke ya herêmê paşdemayîn û bêkarî bû û wiha domand:
"Em difikirîn, ka gelo em çawa dikarin derkevin asta bajarên pêşketî, em çawa dikarin veberhênanên nîvco temam bikin, em çawa dikarin sektora taybet bikişînin vir û em çawa dikarin vî bajarî bikin cihê cazîbeyê. Li vir çiyayên me, çavkaniyên me yên binerd, ava me û nifûsê me yê ciwan ê xebatkar hene. Bi min divê herkes hewl bide ku ev pevçûn rawestin. Heger bûyer bidomin aboriya mewcûd dê bikeve sifirê."
- "Bi destpêkirina bûyeran ve veberhênan cî da sekinîn"
Alîkarê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Tetwanê û Serokê Şaxa Bitlîsê yê Komeleya Karmendên Ciwan Cengîz Şahîn jî diyar kir ku bi Pêvajoya Çareseriyê ve herêm ev 3 sal bûn di nava aramiyê de bû.
Şahîn got ku Pêvajoya Çareseriyê hem xelkê herêmê û hem jî saziyên sivîl ên civakî kêfxweş kir û wiha got: "Piştî ku herêm kete nava aramiyê gelek veberhêneran serî li me dan û xwestin ku li vir febrîqeyan ava bikin. Lêbelê ji ber van bûyerên vê dawiyê veberhêneran ji me re gotin ku ew nikarin werin. Têkçûna pêvajoya aşitiyê rê li ber veberhêneran birî. Heger pêvajoyê dewam bikira li Bitlîsê ciwanên me yên bêkar dê nemana."