TBMM
Parlementerê HDPê yê Diyarbekirê Altan Tan der barê revandina zarokan a ji aliyê rêxistinê ve got ku "Ya ku dikeve li ser milê PKKyê ew e ku bêyî ku bikeve nav tu polemîkan, bibê je ku 'Em bi tu awayî naparêzin ku zarokên 14-15 salî biçin serê çiyê, em vê yekê rast nabînin."
Tan li parlementoyê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji ber bikaranîna cêyrana qaçax di navbera 50 û 200 hezar lîreyî de ceza li cotyaran hatiye birîn.
Tan diyar kir ku cotyarên herêmê ji ber ku zeviyên wan bê av dimînin hewl didin ku ji bîrên qaçax avê derxînin û wiha axivî: "Cotyar dibêje ku 'Jixwe qedexe ye ku mirov ceyranê bi vê bîrê ve girê bide. Her wiha ez ceyrana vir jî bidim ew çax bila dewlet bê vê zeviyê biçîne. Ji aliyê din jî firma jî dibêje ku 'ev yek min eleqedar nake divê ez pereyê ceyranê bistînim."
Tan diyar kir ku her du alî jî mafdar in û divê îqtidar ji bo vê yekê çareseriyekê bibîne û got ku "Hûn nikarin wekî multezimên dewra osmaniyan bikin."
Tan bersiva pirsên rojnamevanan ên der barê revandina zarokan de bersivan û got ku "Dîmenekî wisa derket holê ku niha serokwezîrekî ku ji bo zarokên 14-15 salî yên welêt digirî, dike hewar, xwarin naxwe, şev û roj di nav fikaran de ye bê xew dimîne heye. Bulent Arinç û Beşîr Atalayekî wisa heye.."
Tan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji aliyê din ve parlementerên BDP û HDPyî mirov dibêje hema dibêjin ku 'Bila ev zarok biçin serê çiyê, Xwedêkirî çûn...' Gelo siyasetmedarekî ku bibêje rast nîne ku zarokên 14-15 salî derkevin serê çiyê? Cihê zarokekî di vî temenî de mala wî ye, li ba dê û bavê wî ye.
Ya ku dikeve li ser milê PKKyê ew e ku beyî ku bikeve nav tu polemîkan, bibêje ku 'Em bi tu awayî naparêzin ku zarokên 14-15 salî biçin serê çiyê, em vê yekê rast nabînin. Hûnê bibêjin ku 'Heke rewşeke wiha hebe, zarok bi awayekî derketibin serê çiyê divê wan hemûyan vegerînin li ba dê û bavê wan' yên ku bên jî hûn dê paş de vegerînin.
Pişt re tu dê vegerî Serokwezîr. Tu dê bibêjî madem te ev qas ji van zarokan hez dikir gelo tu li ser vê yekê hîç fikirî û te pirsî ka ev zarok çima di şûna lûnaparkê de diçin serê çiyê. Yên ku hatin xapandin û bi wî awayî çûn jî tunene. Sedemên ku ew şandin wir çi ne?"