Türkan Tosun
06 Hezîran 2017•Rojanekirin: 06 Hezîran 2017
TBMM
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe da axivî got ku Almanya ji aliyekî ve piştgiriyê dide endamên FETOyê yên ku daxwaza mafê penaberiyê dikin ji aliyê din ve jî PKKya rêxistina terorê dike bin baskên xwe ev yek jî dibe sedema vebûna navbera her du welatan.
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî wiha axivî:"Leşkerên alman vê hefteyê an jî hefteya li pêş me wê vekişin. Sekna we ji xwe şaş e, oxira we ya xêrê be. Heke têrê neke ji Konyayê jî çiyê we hebe hildin û di nav demeke kin de êdî hûn diçin Urdinê, diçin Fîzanê hûn dizanin li dû xwe nenêrin û herin."
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî wiha dewam kir: "Heke hewleke derbeyê ya nû çêbe, heke yek ji bo vê yekê hewl bide, heke yek ji bo îxanetekê wiha derkeve, bila baş pê zanibin ku wê li ser vê axa ezîz ciyê definkirina wan jî tunebe."