28 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya serdana xwe ya Pakistanê li Balafirgeha Ataturkê civîneke çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da rojnamegeran.
Erdogan got ku ewê beşdarî Civîna 13emîn a Teşkîlata Hevkariya Aboriyê (EÎT) bibe û bi serokan re hevdînan bike.
Serokomar Erdogan nûçeya rojnameya Hurriyetê ya bi serenava 'Qerargeh aciz e' nirxand û got: "Sernava rûpela ewil ya rojnameya ku hûn navê wê didin, helbet sernava ku di hundir de hatibû avêtin gelek kirêt bû. Li aliyekî sernava 7 pirs û 7 bersivan ji aliyekî din jî "Qerargeh aciz e" helbet vana em gelekî aciz kirin û TSK jî gelekî aciz bû. Me ji bo vê jî bi Sererkanê me ra hevdîtin kir. Qasekî şûn ew ê li ser vê mijarê hinekî berfirehtir li ser malpera xwe daxuyaniyê bidin. Lê ev me zehf xemgîn dike. Ji her wextê zêdetir pêdiviya me bi yekîtî, pêkvetî, biratî û piştevaniyê heye. Di dewreke wiha da helwestên bi vî rengî bila qusûrê nenihêrin ez hêjayî efûkirinê nabînim."
- " Ev serenava bêedebî ye"
Serokomar Erdogan der barê xebera "Qerargeh Aciz e da got: "Ez bi eşkereyî dibêjim ku ev serenava bêedebî ye. Ne rêveberî ne jî patnoraja vê rojnameyê muqtedir e ku vê sernavê biavêje, nikarin. Ji bo vê jî çi gavên hiqûqî hewce dikin jixwe nika tên avêtin. Em ê vê teqîb bikin. Lewra heq û rayeya tu kesî tune ku dewletê berî hevdu bide."
- "Kî di navbera me de fitneyê derxe û wê berdêla vê giran bide"
Erdogan got ku kî di navbera me de fitneyê derdixe ewê berdêla vê giran bide û wiha dewam kir: "Niha em diçin civîna zirveya aboriyê. Em ê li wê derê li ser gelek mijaran bisekinin. Di vê de parastin heye, aborî heye û gelek mijarên bazirganiyê hene. Ji bilî vê turîzm heye. Dema ku em li ser van diaxivin kesên ku ji van tiştan berpirsiyar in li aliyê me disekinin, ev tiştekî normal e. Ev nêrîneke çawa ye, tiştekî wiha qet çêdibe?"
Erdogan got ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di bin şikê da dihêlin û wiha axivî: "Ev exlaqê wan ê berê ye, ew exlaqa di berê da ma. Her kesê ciyê xwe bizanibe, asta xwe bizanibe û wisa gavên xwe biavêje. Nika hûn radibin dibêjin 'Ji 7 pirsan ra 7 bersiv' û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di bin şikê da dihêlin, ji aliyê din va ra jî radibin vê pêşda dibin dibêjin 'Serokomar diçe ku derê Sererkan jî bi xwe ra dibe' û bêedebiya xwe dîsa dikin. Gava Sererkan bi Serokomar ra an jî bi Serokwezîr ra tevlî civîneke navneteweyî bibe ji vê tebiîtir çi heye?"
- "Êdî ev xanimên mezlûm, xwîşkên me dê bikaribin li hemû dem û dezgehan cihê xwe bistînin"
Serokomar Erdogan der barê qedexeya sergirtinê ya ku li TSKyê hebû û hat rakirin de jî wiha axivî: "Ev mijar nû nîne. Daxwazek bû. Ev mijar piştî ku hevalên me nirxandinên xwe kirin, paşê wekî hikûmet di mijarê da gav hat avêtin. Bixêr vêga gav hatiye avêtin. Daxwaza me jî ew e ku li gorî vê rêziknameyê êdî xanimên xwîşkên me jî dê di çarçoveya azadiya baweriyê da di warê bîterkirina ked û şixul da ji azadî û huriyetê îstifade bikin. Ev rê, wekî diyar e, li Hêzên me yên Çekdar, li Teşkîlata me ya Ewlekariyê, li darazê, li perwerdeyê ango li her derê hatiye vekirin. Êdî ev xanimên mezlûm, xwîşkên me dê bikaribin li hemû dem û dezgehan cihê xwe bistînin."
- "Bi tenê bila DEAŞ ji Reqayê bê paqijkirin"
Erdogan destnîşan kir ku têkoşîna wan a li hember DEAŞê wê dewam bike û wiha axivî: "Têkoşîna me ya li vir dijî DEAŞê ye. Ji ber vê, heke mutefîqên me di vê têkoşîna me ya li dijî DEAŞê de dilsoz bin, em ji wan re dibêjin ku 'em dikarin bi hev re tevbigerin.' Bi tenê bila DEAŞ ji Reqayê bê paqijkirin. Em vê derê jî teslîmî xwediyê wan ê rastîn bikin. Yanê wek Tirkiye tu derdekî me ya ku em li wir bimînin, tu armanceke me ya wiha tune. Xwediyê van deran kî be bila ew werin. Lewra ev der ji bo me tehdîd in û em li der û dora xwe herêmeke ku ji me re bibe tehdîd naxwazin."
- Erdogan çû Pakistanê
Serokomar Erdoganji bo ku beşdarî Civîna 13emîn a Teşkîlata Hevkariya Aboriyê (EÎT) bibe di saet 12.00an de bi balafireke taybet va çû Îslamabada paytextê Pakistanê.
Emîne Erdogana jina Serokomar, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Ragihandin, Behrevanî û Gihandinê Ahmet Arslan, Wezîrê Çavkaniyên Siruştî û Vejenê Berat Albayrak û Sererkan Orgeneral Hulusî Akar jî wek heyet bi Erdogan re çûn Pakistanê.