28 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
TBMM
Parlamentera HDPê Huda Kayayê der barê 28ê Sibatê de îddia kir ku: "Ji bo 28ê Sibatê hezar salî berdewam nekir em kêfxweş nebûn. Lewra zihniyeta derbexwaz zilma xwe bi hemû şêweyî berdewam dike."
Kayayê li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û got 28ê Sibatê derbeyeke postmodern e.
Parlamenterê HDPyê anî ziman ku di 28ê sibatê de bi dehe hezaran jin duçarî zilma îdeolojîk mane, nikarîne perwerdeya xwe temam bikin û meslekê xwe îcra bikin.
Herwiha got: "Ji bo em bi şelpeya xwe li saziyên dewletê bixebitin, bibin polês û esker me xebat kir. Ev ji bo me xeyal bû. Loma me gelek qelen dan."
Kayayê rexne li hikûmetê girtin û îddiaya xwe wiha îfade kir:
"Ji bo 28ê Sibatê hezar salî berdewam nekir em kêfxweş nebûn. Lewra zihniyeta derbexwaz zilma xwe bi hemû şêweyî berdewam dike."