Zafer Fatih Beyaz
22 Sibat 2022•Rojanekirin: 22 Sibat 2022
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê digel Serokomarê Ukraynayê Volodimîr Zelenskî axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê di peywendiya telefonê de biryara naskirina komarên qaşo Donetsk û Luhanskê ji aliyê Rûsyayê ve, hat nirxandin.
Serokomar Erdoganê ku di çarçoveya tûra Afrîkayê de li Senegalê ye, di peywendiyê de destnîşan kir ku pêşhatên Donbasê û biryarên ku di encama civîna Konseya Ewlekariya Rûsyayê de hatin sitendin, ji nêz ve dişopîne.
Erdogan destnîşan kir ku helwesta Tirkiyeyê bi daxuyaniya Wezareta Karê Derveyê hatiye derbirîn û anî ziman ku naskirina komarên qaşo ji aliyê Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ve, nayê qebûlkirin.
Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir li dijî hemî cure biryarên li hember yekparçeyiya axa Ukraynayê ne û got ku pêdivê çareseriya hemî pirsan bi rêya diyalogê be.