İrem Demir
28 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2025
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi têlefonê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, di peywendiya Erdogan a digel Mecron da rewşa dawîn a li Xezeyê û geşedanên li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan di peywendiyê da destnîşan kir ku rewşa însanî ya li Xezeyê giran bûye û ji bo çareseriya bilez divê civaka navneteweyî zû bikeve tevgerê.
Erdogan diyar kir ku divê nakokiya di navbera Îsraîl û Filistînê da bi dawî bibe û li herêmê ji bo aştiya mayînde, çareseriya du dewletî şert e.
Serokomar Erdogan her wiha ji ber biryara wî ya naskirina Filistînê wekî dewletekê, Macron tebrîk kir.