Esat Fırat
31 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 01 Sibat 2024
Hûsiyên Yêmenê yên ku Îran piştgiriyê dide wan, daxuyand ku wan li Behra Sor bi moşekan keştiyeke şer a sîtola Amerîkayê kir hedef.
Berdevkê Eskerî yê Hûsiyan Yehya Serî li ser Xa platforma medyaya civakî daxuyanî da û der barê êrîşa ku hêzên Hûsî li Behra Sor bir ser sîtola Amerîkayê da agahî da.
Serî diyar kir, wan "USS Gravely"a keştiya şer a sîtola Amerîkayê bi "moşekên behrê yên kêrhatî" va kir hedef û ev êrîş ji bo piştgiriya gelê Filistînê û bersiva êrîşên dijî Yêmenê yên Amerîka û Îngiltereyê hat kirin.