Sefa Bilgitekin
30 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 01 Sibat 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokê Meclisa Şewrê yê Hemasê Mihemed Derwêş û heyeta Hemasê qebûl kir.
Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê da hat gotin ku "Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê Serokê Meclisa Şewrê yê Hemasê Mihemed Derwêş û heyeta Hemasê qebûl kir."
Di hevdîtinê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altin, Serşêwirmendê Ewlehiyê û Polîtîkaya Derva yê Serokomariyê Akîf Çagatay Kiliç û Midûrê Qelema Taybet a Serokomariyê Hasan Dogan jî amade bûn.