Merve Yıldızalp
29 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2025
ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyip Erdogan, wezîrên Ozbekistan û Azerbeycanê qebûl kirin.
Di qebûla li Kuliyeya Serokomariyê da ya ji çapemeniyê ra girtî hat kirin, Wezîrê Karên Derva yê Azerbeycanê Ceyhun Bayramov, Wezîrê Karên Derva yê Ozbekistanê Bextiyar Seîdov, Wezîrê Aboriya Azerbeycanê Mîkayil Cabbarov, Wezîrê Veberhênan, Pîşesazî û Bazirganiyê yê Ozbekistanê Lazîz Qudretov, Wezîrê Veguhestina Ozbekistanê Îlham Mahkamov û Wezîrê Pêşketina Dijîtal û Veguhestinê yê Azerbeycanê Reşad Nabîyev beşdar bûn.
Di qebûlê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu û Akif Çagatay Kiliçê Serşêwirmendê Polîtîkaya Derva û Ewlekariyê yê Serokomar jî cih girtin.