ÎSTANBUL (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, bi têlefonê li Alîkarê Yekem yê Serokwezîrê Erebistana Siûdî û Wezîrê Parastinê Mîr Selman bîn Ebdulezîz Al Siûd geriya û pirsa qral kir, der heqê tenduristiya wî de agahî hilda û got Xwedê şifayê bide.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin hildan, Selman bîn Ebdulezîz Al Siûd ji bo eleqeya ku serokomar nîşan da, spasiyên xwe pêşkêş kir û got rewşa Qral Ebdullah Ebdullah bîn Ebdulezîz ber başiyê ve diçe.
Serokmar Erdogan got ku Xwedê şifa xêrê ji Qral Ebdullah Ebdullah bîn Ebdulezîz re bişîne û silavên xwe pêşkêşî malbata wî kir.