Yıldız Nevin Gündoğmuş
19 Sibat 2022•Rojanekirin: 20 Sibat 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di navbera 20-23ê Sibatê da wê biçe serdana Senegal, Gîne Bîssaû û Komara Demokratîk a Kongoyê.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê daxuyanî weşand û ragihand ku di ziyareta Serokomar Erdogan da wê hevdîtinên fermî bên kirin.
Hat gotin ku ji bo pêşvebirina têkiliyên di navbera Tirkiye û van welatan da wê hevdîtinên hewce bên kirin.
Serdana Serokomar Erdogan a ber bi Gîne Bîssuayê jî muhim e lewra cara ewil e ku ji Tirkiyeyê serokomarek fermî vî welatî ziyaret dike.