Önder Beyter
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
TBMM
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew ê sibê di 13.30î da bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeliyê ku banga hilbijartina pêşwext kir ra hevdîtinê bike û wiha got, "Di hevdîtinê da em ê vê pêvajoyê û vê daxuyaniyê binirxînin. Niha tiştekî ku ez bêjim tuneye. Min gotinên xwe di komcivînê da gotin."
Erdogan piştî Komcivîna AK Partiyê li TBMMyê ligel Cîgirserokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim û rêveberên partiyê rûnişt.
Hevdîtina ku ji çapemeniyê ra girtî bû, qedera saetekê ajot.
Erdogan paşê bersiv da pirsên rojnamegeran ên der heqê rojevê da.
Daxuyaniya Bahçelî ya ku divê hilbijartina Serokomariyê û hilbijartina giştî ya parlamenteriyê di 26ê tebaxê da bên kirin, bi Serokomar Erdogan dan bibîrxistin û Erdogan jî wiha got, "Sibê di 13.30yî da li Kuliyeyê bi birêz Bahçelî ra hevdîtina me heye. Di hevdîtinê da em ê vê pêvajoyê û vê daxuyaniyê binirxînin. Niha tiştekî ku ez bêjim tuneye. Min gotinên xwe di komcivînê da gotin."
Serokomar Erdogan paşê ligel Serokwezîr Yildirim derbasî meqamê Serokê TBMMyê Îsmaîl Kahraman bû.