Mehmet Tosun
17 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2023
Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi telefonê axivîn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê di peywendiyê de pêşhatên şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de hatin gotûbêjkirin.
Di peywendiya ku tê de li ser mijarên weke korîdora zad û îxraca amonyakê axivîn, li ser gavên berceste yên ji bo şandina zadê Rûsyayê piştî ku li Tirkiyeyê bibe ard, bo welatên Afrîkayê hat sekinîn.
Serokomar Erdogan di peywendiyê de amadebûna Tirkiyeyê ji bo tesîsa aşitiya mayinde di navbera Rûsya û Ukraynayê de di warê asankarî û navgîniyê de anî ziman.