15 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê êrîşa terorî ya ku li Niceya bajarê Fransayê pêk hat de got: "Teror sûcekî mirovahiyê ye, careke din tu kes nizane ku teror wê êrîşî kê bike."
Yildirim ji ser hesabê xwe yê Twîtterê ji ber êrîşa di dema pîrozbahiyên cejna neteweyî ya Fransayê li bajarê Nice dihatin kirin da qewimî şermezar kir.
Serokwezîr destnîşan kir ku Tirkiyeya tevlî welatên li çar aliyê dinyayê li dijî terorê têdikoşin cih digire êş û kesera Fransayê wek ya xwe dihesibîne û wiha pê da çû: "Teror sûcekî mirovahiyê ye, careke din tu kes nizane ku teror wê êrîşî kê bike."
Yildirim ji bo kesên di êrîşa da hatin kuştin xemgîniya xwe anî ziman û hêvî kir ku yên birîndar bûne jî zû bi ser xwe da bên û baş bibin.