05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
İZMİR
Serokwezîr Bînalî Yildirim got, "Ku meclis ber bi hilbijartinê ve here wê serokomar jî here. Serokomar biryarê bide, meclis jî dere. Em vê nû tînin. Ev mekanîzmaya kontrolê bi temamî li gor raborî û kevneşopiya rêveberiya me ye. Em ê bi rêya vê mekanîzmayê çi bikin? Dibêje 'Bila birayê min li hev du bikin.' Me hilbijart, heke ku 2 meh şûnde qala hilbijartinê bê kirin wê ev milet çi bibêje? 'Çi bû, her tiştê ku we ji me xwest me da we. Çima te dîsa rêya hilbijartinê vekir?' Heke ku meclis bibe wê gavê meclisê, ku serokomar bibe wê gavê serokomar were cezakirin. Ji ber vê yekê hêza miletê di ser hemû hêzan re ye."
Yildirim beşdarî weşana zindî ya hevpar a Haberturk TV - Bloomberg HTê ya li ber Kûleya Saetê ya Îzmîrê hat kirin bû û di çarçoveya bernameya "Referandûma Toirkiyeyê-Ciwan ji Serokwezîr Dipirsin" de pirsên ciwanan bersivandin.

- Heke em reqeman bidin em ê neheqiyê li hilbijêran bikin
Serokwezîr Yildirim wiha axivî: "Ez lî dû wê yekê nîn im ka kî dengê xwe dide kê, ez mecbûr im ku guherînê bi awayekî rast rave bikim. Heke em reqeman bidin em ê neheqiyê li hilbijêran bikin. Tiştên ku ez pê zanim hene; lê ev lêferzkirin e, beralîkirin e, ev ji welatiyan re rêz negirtin e. Bila welatî bi rihetî dengê xwe bidin."
Yildirim behsa sîstema nû kir û wiha got:
"Ku meclis ber bi hilbijartinê ve here wê serokomar jî here. Serokomar biryarê bide, meclis jî dere. Em vê nû tînin. Ev mekanîzmaya kontrolê bi temamî li gor raborî û kevneşopiya rêveberiya me ye. Em ê bi rêya vê mekanîzmayê çi bikin? Dibêje 'Bila birayê min li hev du bikin.' Me hilbijart, heke ku 2 meh şûnde qala hilbijartinê bê kirin wê ev milet çi bibêje? 'Çi bû, her tiştê ku we ji me xwest me da we. Çima te dîsa rêya hilbijartinê vekir?' Heke ku meclis bibe wê gavê meclisê, ku serokomar bibe wê gavê serokomar were cezakirin. Ji ber vê yekê hêza miletê di ser hemû hêzan re ye."