24 Îlon 2017•Rojanekirin: 24 Îlon 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî diyar kir ku heke yekîtiya welêt, aştî û îstiqrara civatê bikeve talûkeyê, ew ê hemû tevdîrên hiqûqî bibînin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofisa çapemeniyê ya Îbadî hat dayîn, Îbadî bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rix Tillerson ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniyê Îbadî wiha got: "Helwesta hikûmetê eşkere û zelal e ku referanduma Kurdistanê li gor makezagonê nîne. Heke yekîtiya welêt, aştî û îstiqrara civatê bikeve talûkeyê, em ê hemû tevdîrên hiqûqî bibînin
Tillerson jî ragihand ku ew jî li dijî referandumê ne û di warê parastina yekîtiya Iraqê da piştgiriyê didin hemû gavên hikûmeta Bexdayê.