BEXDA
Kiliçdaroglu bi serokê Lîjneya Karên Derve yê Iraqê û endamên komîsyonê re hat bal hev.
Di hevdîtîna li meclisa Iraqê de Kiliçdaroglu got ku eger Iraq bi hêz be, wê Rojhilata Navîn jî bi hêz be.
Kiliçdaroglu di axaftîna xwe de li ser hevalbendiya Tirkiye û Iraqê jî sekinî û wiha got: "Em her tim dibêjin ku divê têkîliyên Tirkiye û Iraqê baş bibin. Em dixwazin bi hemî cîranên xwe re di nav aştî û aramiyê de bijîn. Pêşeroja Iraqê ronî ye. Welatekî potansiyela wê zêde ye. Jixwe li Rojhilata Navîn ji hêla çavkaniyên sirûştî ve welatekî diyar e."
Kiliçdaroglu îfade kir ku Iraq xwedî dîrokeke kevnar e û ev jî ji bo pêşeroja welatekê pir girîng e.
Kiliçdaroglu dest nîşan kir ku Îraq ji nû ve tê avakirin û bi bîr anî ku di heyeta wan de karsazên Tirk jî hene.