ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu, di televizyona kanal 24ê de beşdarî bernameyê bû û li Şamê bikaranina çekên kîmyewî nirxandin.
Davutoglu, da zanîn ku di wêneyan de xuya ye ku li ser cesedan birînên guleyan tunene, ev yek jî nîşan dide ku ev êrîş bi çekên kîmyewî hatiye kirin û wiha dewam kir: "Jixwe niha tu kes, nabêje êrîşa kîmyewî tuneye. Rejîma Sûriyê bixwe jî vê êrîşê şermezar dike û dibêje me ev nekiriye."
Davutoglu, got ku ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mon du tişt xwestine, yek jê ew e ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li gorî saeta New Yorkê, saet 15.00an demildest bicive ya din jî berî ku delîl û bermayî ji holê rabin NYê ekîbekê bila bişîne herêmê.
Wezîr Davutoglu, daxuyand ku li ser van daxwazan, Ban şandeyek peywirdar kiriye û ev şande dê li 3 cihan lêkolînan bike.
Rewşa Misrê
Davutoglu, dûpat kir ku heke du sal berê welatên dinyayê weke Tirkiyê bertek nîşanî rejîma Sûriyê bidana, ewqas mirov nedimirin û niha heman tişt diqewime, heke mudaxeleyên cidî neyên kirin dê li Misrê jî bêhtir mirov bimirin.
Wezîr Davutoglu, daxuyand ku piştî Şoreşa 25ê Çileya Paşîn Tirkiyê gelekî piştevaniya Misrê kir û Musteşarê MîTê (Rêxistina Neteweyî ya Sîxuriyê) Hakan Fîdan jî, berî 30ê hezîranê çû Misrê, bi Mursî û rêvebirên din re hevdîtin pêk anîn.