Çağrı Koşak
11 Tebax 2026•Rojanekirin: 12 Tebax 2026
Serokê Filistinê Mehmûd Ebas ji bo serdaneke fermî ya 2 rojan hat paytext Enqereyê.
Serokê Filistinê Ebas li balafirgehê ji aliyê Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat û Balyozê Filistinê yê li Enqereyê Nasrî Ebu Ceyş va hat pêşwazîkirin.
Di çarçoveya serdanê da tê payîn ku Ebas û Serokomar Recep Tayyip Erdogan bicivin. Di hevdîtinan da ligel geşedanên li Filistin û herêmê, dê peywendiyên di navbera her du welatan da jî werin nirxandin.
Di vê serdanê da Endamê Komîteya Rêveberiyê Ziyad Ebû Amr, Endamê Komîteya Navendî ya Fethê û Serokê Teşkîlata Istîxbaratê Mecîd Ferec, Şêwirmendê Karên Dîplomatîk Mecdî Xalidî û Şêwirmendê Karûbarên Dînî û Serokdadwer Mehmûd el-Habbaş jî di nav da heyeteke astbilind digel Ebas e.