Bûrkay li panêla ku Komeleya Aştiyê ya Însiyatifa Ciwanan li Odeya Bazirganiya Konyayê li dar xist de der barê pêvajoya çareseriyê de axivî.
Bûrkay destnîşan kir ku çareserkirina pirsa kurd dê ne tenê aşitiyê bîne welat her wiha dê çareserkirina pirsên din ên welat re jî bibe alîkar. Ev rewş dê peywireke wisa bîne cih ku şidet bi giştî ji jiyana gel derkeve û dê bibe sedema tesîskirina atmosfereke aştîxwaz û jixwe pêdiviya herî acil a Tirkiyeyê jî ev e.
Bûrkay got ku der barê pirsa kurd de îro civak ji berê çêtir û zêdetir xwediyê agahiyê ye û wiha pê de çû:
"Ma we her tişt dizanibû? Na. Lêbelê li gorî berê em niha gelekî li pêş in. Ji ber ku berê me qet nikaribû em li ser vê pirsê nîqaşan jî bikin. Me nikaribû ku em bêjin 'kêşeyeke wiha heye'. Di destpêka salên 50 û 60î de me jê re digot 'kêşeya rojhelatê'. Piştre jê re hat gotin 'pirsgirêka kurd', lê ev bi gelek bedelan ve pêk hat. Şûnde kêşe bi navê xwe ve hat rojevê. Lê kesên ku xwestin li ser vê mijarê nîqaşan bikin, xwe di girtîgehan de dîtin. Çend heyam şûnde ne tenê kurd helbet tirk û hemû mirovên vî welatî bedelên mezin dan."
- "Hem Kurd û hem jî Tirk divê pêşqebûlên xwe biguherînin"
Bûrkay diyar kir ku ji bo çareseriya pirsa kurd berê tu tişt nehat kirin û ji bo çareseriyê jî divê projeyên nêzî rastiya gel bên amadekirin û wiha domand:
"Mixabin, ev di serdema Suleyman Demîrel de pêk nehat. Di heyama Tûrgût Ozal de hewla hin gavên gîrîng hat dayîn. Dema ku Ak Partî bû îktidar der heq mijara pirsa kurd de hin gavên nû hatin avêtin. Reformên ku hatin kirin, vebûna TRT Şeşê, li zanîngehan vebûna beşên kurdî û bi awayekî azad nîqaşkirina vê pirsê gelekî gîrîng e. Ji wê çaxê heta niha pêşketina herî biqîmet çêbûna derfeta nîqaşa vê pirsê ye. Ev pêşketineke gîrîng e. Heke em dikarin vê bikin, teqez em ê ji vê re çareyekê jî peyda bikin. Heke ku pirsgirêkê bi rêbazên aştîwer ve bê çareserkirin û jiyana bi hev re ku wê dewam bike, wê çaxê hem Kurd û hem jî Tirk divê pêşqebûlên xwe biguherînin."