Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Kemal Bûrkay wiha got: "Bi tunekirin û zordestiyê pirsgirêka kurd çareser nabe."
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Kemal Bûrkay li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê (MŞU) di çarçoveya çalakiya "Lihevcivînên Tirkiyeyê" de beşdarî konferansa "Di Çareserkirina Pirsgirêka Kurd de Rêbazên Demokratîk û Aştiyene" bû û di vê konferansadê de axivî. Bûrkay destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di nav 30 salan de ji ber terorê 50 hezar kes mirine.
Bûrkay di axaftina xwe de destnîşan kir ku li herêmê ji ber terorê aborî serûbin bûye, bi hezaran gund wêran bûn û piriniya mirovan koçî bajarên mezin kirin û wiha got: "Bi tunekirin û zordestiyê pirsgirêka kurd çareser nabe."
Rektorê MŞUyê Prof. Dr. Nîhat Înanç jî axivî û wiha got: "Em wekî Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û çi ji destê me were em ê bikin. Divê her kes pişgiriyê bide vê pêvajoyê."