Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku Tirkiyeyê ji bo sewqiyat û firotina neftê temînatê daye wan.
Barzanî di parlementoya HKIyê de daxuyanî da rojnamevanan û got ku em ji bo ku di mijara sewqiyata neftê de li hev bikin ev du sal e ku bi Tirkiyeyê re di nav têkiliyan de ne. Barzanî got ku "Me bi Tirkiyeyê re di mijara sewqiyat û firotina neftê de peyman îmze kir. Enqereyê bi vê peymanê temînat da herêma Kurdistanê ku dê di firotina neftê de tu pirsgirêk dernekeve."
Barzanî got ku em dê ji sedî 17 para xwe ya ji budçeyê ji pereyê neftê bibirin û wiha axivî. "Em dê ji dahata neftê para xwe tenê bistînin. Em dê girêdayî destûra bingehîn bimînin û ji sedî 83ya para ku dimîne teslîmê hikûmeta Bexdayê bikin."
Barzanî got ku tu ajandayên me yên veşartî tunene, em di çarçoveya mafên qanûnî ên ku Parlementoya Kurdan daye me de tevdigerin.