ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) û pirsên der heqê rojevê da bersivand.
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan der barê daxuyaniyên Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş da wiha got: "Ev daxuyanî nîşan dide ku ne li ser daxwaz û pêşeroja girseya xwe, li ser astengkirina hin kesan pilan û hesaban dike. Ev dişibe terza siyaseta CHPyê. Ji ber vê jî em dikarin bibêjin ku siyaseta Demirtaş û siyaseta CHPyê cêwî ne. Dibêjin bira AK Partî têk here, welat xera bibe jî ne xem e. Berê ji bo Birêz Serokomarê me digotin 'Nikare bibe mixtar jî', lê me bi hev ra dît ku di nav demê da çi derket holê. Xuya ye biaqil nebûne."
- "Pêvajoya Çareseriyê bi Erdogan dest pê kir"
Akdogan destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê bi baweriya bi AK Partiyê dewam dike û wiha got: "Pêvajoya Çareseriyê bi Erdogan dest pê kir. Vê pêvajoyê bi Tayyîp Erdogan dest pê kir. Bi baweriya bi wî civak piştgiriyê dide hikûmetê û pêvajo dewam dike."
Akdogan der barê Pêvajoya Çareseriyê da destnîşan kir ku divê em balê bikşînin ser xalên hevbeş û wiha got: "Divê em êdî balê nekşînin ser cudahiyan, divê em qala hevbeşiyan bikin. Divê em ji bo avakirina jiyaneke hevbeş hewl bidin. Divê di ciyê behskirina cudahiyan da em balê bikşînin ser meseleyên hevbeş. Divê yên ku daxuyaniyan didin qala vê bikin. Divê tu qala hesasiyetên Tirkiyeyê û yên rojavayê jî bikî. Empatî dualî tê kirin, yekalî nayê kirin."
- "Xebatên Komîteya Şopandinê dewam dikin"
Akdogan diyar kir ku xebat û amadehiyên Komîteya Şopandinê dewam dikin û wiha axivî: "Dewlet çi bibêje, wê dike, bi tu awayî di nav helwesteke dudilî da nîne. Lê belê em nikarin bi derew û jiberxwederxistinên wan ra mijûl bibin. Ev mijar yek ji wan mijaran e ku em li serê disekinin, li serê dixebitin. Bi şertê ku jimara wan ji 5-6an kesan derbas nebe xebatek tê kirin. Hin nav jî hatine diyarkirin. Lê ev mijareke wisa ye ku wê hefteya pêşiya me Birêz Serokwezîrê me der barê vê da biryara xwe ya dawîn bide."
- "Em ê bêrêziyê qebûl nekin"
Akdogan der barê daxuyaniyên Cemil Bayik da jî wiha got: "Heke xwedî têgihîştineke wisa be ku dibêje ez dikarim heqaretê li her kesî bikim, bira tu kes li qusûrê nenihêre, ji ber ku pêvajoya çareseriyê dimeşe, em ê bêrêziyê qebûl nekin. Bi mislê wê em ê bersiva wan bidin. Ev şexs, ji ber kêmasiya xwe ev 30 sal in li kêlekê mabû, lê niha ez zen dikim ku pozîsyonek bi dest xistiye. Ev bibe nebe qabiliyeta Ocalan dide nîşandan ku ji qamûş tutikê çêdike. Ji vê wêdetir meneyeke wê tuneye."
Akdogan wiha got: "Dixwazin bi rêya Qendîlê pêvajoyê sabote bikin. Dixwazin rêxistinê di nav denklemê da bihêlin û bibin perçeyekî pêvajoyê. Li gor fikra min dewlet û dînamîkên derveyî hene."