Serokwezîr Ahmet Davutoglu bersiv da daxuyaniyên Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş yên "Em partiyeke bazariyê hereketeke bazariyê nînin. Di navbera me û AKPê de bazariyeke qirêj çênebû, dê tu carî çênebe. Danûsitandineke qirêj, hevkariyeke qirêj tu carî çênebû û dê tu carî çênebe jî."
Davutoglu gotinên Demîrtaş wiha rexne kir: "Daxuyaniya Hevserokê HDPyê Demirtaş ya îro nîşan da ku ew hedê xwe nizane û li hember demokrasiyê bêrêziyê dike. Demirtaş çû û hat, wek wesayetvanên ku di salên 1990î de guh nedidan îradeya gel tevgeriya."
Serokwezîr Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê axaftina Hevserokê HDPyê Selahattîn Demirtaş a komcivîna HDPyê de peyamek weşand.
Davutoglu got ku AK Partiyê heta niha tu partiyeke siyasî re bazariya hilbijartinê nekiriye û partiyê hêza xwe her tim ji gel hildaye.
Davutoglu di peyama xwe de wiha got: "Daxuyaniya Hevserokê HDPyê Demirtaş ya îro nîşan da ku ew hedê xwe nizane û li hember demokrasiyê bêrêziyê dike. Demirtaş çû û hat, wek wesayetvanên ku di salên 1990î de guh nedidan îradeya gel tevgeriya. Îro rûyê wan wesayetvanan û yên ku duh ji Serokomarê me re digotin' tu nikarî bibî mixtar jî' nemaye ku derkevin kolanan. Bi tenê gelê me yê ezîz dikare biryarê bide ku Birêz Serokomarê me bibe Serok. Demirtaş dibêje ku 'em ne partiya bazirganiyê ne', hemû gelê me bi van gotinên wî dikene. Hedê wî nîne ku ji AK Partiyê re bibêje "bazariya qirêj". AK Partiyê heta niha tu partiyeke siyasî re bazariya hilbijartinê nekiriye û her tim hêza xwe ji gel hildaye. Rûyê Demirtaş û tu gotineke wî tune ku der barê vê mijarê de tiştekî bibêje, lewra ew bi xwe bi CHPyê re dikeve bazariya cur be cur. Di hilbijartina dawîn de hemû partiyên muxalefetê bûn yek û hevkarî kirin ku li hember AK Partiyê derkevin. Lê encam ji bo wan nebaş bû. Hewcedariya AK Partiyê hevkarî û aqildayina Demirtaş û wek yên wî tune. Gelê me yê ezîz besî me ye."