Li Mêrdînê ji ber aramî û ewlehiya ku bi saya serê Pêvajoya Çareseriyê bi cih bûbû di qada tûrîzmê de pêşveçûn pêk hat lê bi êrîşên demên dawîn yên ku PKKa rêxistina terorê li dar xist ve zirareke mezin gihîşt tûrîzma bajêr.
Otêlên Mêrdîna bajarê xweşbînî ya ku dengê ezan û çanê bi hev dû re bilind dibin di dema pêvajoya çareseriyê de bi tevahî tijî bûn lê ji ber êrîş, rê birîn, wesayît şewitandin a ku bi destê PKKê tên kirin ve ew rexbeta berê tuneye û zirareke mezin digihîje tûrîzma bajêr.
Esnafên ku li ji tûrîzmê pere qezenc dikin dixwazin ku bila pêvajo dewam dike.
Serokê Komeleya Tûrîzm û Otelvanên Mêrdînê (MARTOD) Ozgur Azad Gungor daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li kê dera Tirkiyeyê bûyerek biqewime rezervasyonên li Mêrdînê, tên betalkirin. Ji seranserê bajêr ji her 10 kesî 7 kes dixwazin bên Mêrdînê û wiha pê de çû: "Niha zirara ku di bazara tûrîzmê de diqewime ji sedî 80ye. Projeyên der heqê tûrîzmê de yan sekinîne yan jî hatine betalkirin. Sala 2015yan ji bo tûrîzma Mêrdînê zirar bû. Tirsa me ew e ku sala 2016 bila wiha nebe."
- "Terorê derbe li tûrîzmê xist"
Xwediyê acenteya tûrîzm û seyahetê Îsmaîl Sîncar jî di daxuyaniya ku da AAyê de wiha got: "Bûyerên terorê zirar dan tûrîzma herêmê. Bûyeran bi tenê zirar neda tûrîzmê da hemû esnafên bajêr. Li herêmê ji ber ku ewlehî tuneye em nikarin kesî derxin gerê. Ji bo çûyînê balafir tijene lê yên ku tên gelek kêm in."
Sîncar bal kişand ser rêjeya rayên ku HDPê hilda û ragihand ku niha HDP bi 80 parlementerî ve di Meclisê de ye û gelo PKK li serê çiyê çi dike? Divê êdî çekan deyne.
- "Hêviya me ji çareseriyê heye"
Esnaf Muhammed Alî jî got ku her sibê dikanên xwe vedikin lê tu karê wan tuneye û ji ber vê jî zirara esnafên li herêmê pir e.
Metîn Ezîlmez ê ku ew jî li bajêr esnaf e destnîşan kir ku bi salan ji bo tûrîzma bajêr hewl dan lê bi bûyerên ku qewimîn hemû keda wan serobin kir.